PeyamaKurd – Karwanê alîkariyê yê ku ji aliyê “Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Diyarbekirê” ve hatibû amadekirin, gihîşt bajarê Kobanê.
Ev karwanê ku ji “25 kamyonên barhilgir ên tije kelûpelên bingehîn” pêk dihat, piştî rêze-astengiyên li ser sînor, gihîşt Kobanê.
Li gorî hûrgiliyên ku hatine belavkirin, di destpêkê de hatibû xwestin ku alîkarî di rêya Deriyê Sînorî yê Murşîtpinarê re derbas bibe, lê karwan di 30ê Rêbendanê de li ser biryara “Walîtiya Rihayê” ji aliyê polîs û cendirmeyan ve hatibû rawestandin.
Piştî danûstandinan û vegera karwan a li Diyarbekirê, destûr hat dayîn ku alîkarî bi rêya “Deriyê Gumrikê yê Çobanbeyê” derbasî Kobanê bibe.
Platformê ragihand ku kampanyaya wan a ji bo komkirina “xwarin, derman û pêdiviyên din” hîn jî berdewam dike û bang li xêrxwazan kir da ku piştgiriya xwe zêdetir bikin.