Wezîrê Derve yê Îsraîlê: Ji bo rawestandina êrîşên li Rojava me zext li Washingtonê kir

Dîroka Weşanê :
Wezîrê Derve yê Îsraîlê: Ji bo rawestandina êrîşên li Rojava me zext li Washingtonê kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar, di hevdîtina xwe ya bi serokê civaka Kurd a li Îsraîlê Yehûda Bîn Yûsif re, ragihand ku Tel Avîv ji bo rawestandina şerê li Rojavayê Kurdistanê roleke çalak lîstiye.

Saar diyar kir ku “zexta dijwar a hikûmeta Îsraîlê ya li ser rêveberiya Amerîkayê”, yek ji faktorên sereke yên rawestandina komkujî û pevçûnên li Rojava bûye.

Saar destnîşan kir ku “meseleya Kurd di rojeva stratejîk a Îsraîlê de ye” û Kurd ji bo aramiya Rojhilata Navîn xwedî giringiyeke navendî ne.

Di civînê de hat eşkerekirin ku di lûtkeya nêzîk a di navbera Donald Trump û Benjamîn Netanyahp de, parastina Kurdan û têkoşîna li dijî komên radîkal dê bibe mijareke sereke.

Yehûda Bin Yûsif jî daxwaz kir ku Îsraîl hevahengiya xwe bi Senator Lindsey Graham re xurt bike da ku “dosyaya Kurdî her tim li ser maseya biryardaran bimîne”.