Serok Barzanî û Balyozê Kuwêtê li ser rewşa herêmê civiyan

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî û Balyozê Kuwêtê li ser rewşa herêmê civiyan

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 12ê Sibata 2026an, pêşwazî li Balyozê Kuwêtê yê li Iraqê Hesen Mihemed Zeman kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Kuwêtê yê li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Kuwêtê silavên taybet ên Mîrê Kuwêtê, Şêx Meşel El-Ehmed El-Cabir El-Sebah, gihandin Serok Barzanî û pesnê xebata gelê Kurdistanê ya ji bo azadiyê veda.

Serok Barzanî di civînê de bal kişand ser “êş û azara hevbeş” a her du gelan a di serdema rêjîma berê ya Iraqê de û tekezî li ser kûrkirina peywendiyên dualî kir.

Aliyan her wiha rewşa giştî ya herêmê, astengiyên li pêşiya aramiya herêmê û pêşhatên dawî yên pêvajoya siyasî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Ev hevdîtin wekî nîşaneya berdewamiya peywendiyên dîrokî û dostane yên di navbera Hewlêr û Kuwêtê de hat nirxandin.