PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber êrîş û gefên niştecihên kampê, wan operasyonên xwe yên mirovî li Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê rawestandin.
Li gorî agahiyan, komekê bi keviran êrîşî navenda civînê ya NYyê kir û hişyarî da xebatkarên rêxistinên navneteweyî ku “heke hûn ji kampê dernekevin, em ê wesayîtên we bişewitînin”.
Piştî van geşedanan, Komîseriya Bilind a Penaberan (UNHCR) û saziyên din bi karwanekî ji “40 wesayîtan” pêk tê karmendên xwe ji herêmê vekişandin.
Tevî rawestandina hemû projeyan, UNICEFê ragihand ku ji bo rêgirtin li xirabûna rewşa mirovî ya malbatên DAIŞê, ew ê “belavkirina avê” bidomînin.
Ev rageşî di demekê de ye ku piştî vekişîna HSDyê, kontrola kampê ketiye destê çekdarên Şamê û li herêmê valahiyeke ewlehiyê peyda bûye.