PeyamaKurd – Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê, di encama lêpirsîna diziya “4 kîlogram zêr” de rastiye wekî şokekê derket holê.
Hat tesbîtkirin ku zêrê bi nirxa “22 mîlyon TL”, ji aliyê kesên ku cilên polîsan li xwe kiribûn ve hatiye dizîn.
Piştî operasyonan, derket holê ku du ji van dizan “çawîşên pispor ên cenndirmryê” ne ku li Diyarbekir û Şirnexê di erkê de bûn.
Bûyer dema ku zêrfiroşekî ji Mehsertê 4 kîlo zêr ji Entabê dibir Şirnexê, li ser rêya Midyadê qewimî.
Gumanbarên ku bi “polîsên sexte” hatin naskirin, wesayîta bazirganan rawestandin û zêr revandin. Di çarçoveya lêpirsînê de 4 gumanbar hatin binçavkirin û piştî miameleyên li dadgehê, bi tohmeta dizî û xerabkarîyê hatin girtin û şandin “girtîgehê”.