Mesrûr Barzanî bi Balyozê Ermenistanê re civiya

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî bi Balyozê Ermenistanê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 12ê Sibata 2026an li paytext Hewlêrê, pêşwazî li Balyozê Ermenistanê yê li Iraqê Robin Sogoyan kir.

Di hevdîtinê de giranî hate dayîn ser “pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Ermenistanê de” û her du aliyan hevdîtinên li Davosê wekî bingehekî xurt nirxandin.

Balyozê Ermenistanê spasiya welatê xwe gihand Serokwezîr Barzanî ji bo “parastina mafên civaka Ermenî li Herêma Kurdistanê”.

Di civînê de her wiha behsa reformên aborî yên hikûmetê û pêşketinên dawî yên li Iraqê, bi taybetî “hilbijartinên serokatiyê û avakirina hikûmeta nû ya Bexdayê” hate kirin.

Her du alî li ser berdewamiya hevkariyên di sektorên cuda de hemfikir bûn.