PeyamaKurd - CHP, ku biryar da beşdarî şandeya ku ji hêla Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratiya Neteweyî û Demokrasiyê ya ParlamentoyaTirkiyeyê ve ji bo Îmraliyê hatiye şandin nebe, niha nexşerêya xwe ya dawî temam kiriye.
Tê payîn ku rayedarên CHP heft xalan pêşkêşî komîsyonê bikin.
Rayedarên CHPê agahî li ser nexşerêya ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratiya Neteweyî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê di xebata xwe ya piştî Îmraliyê de wê bişopîne parve kirin.
Hat ragihandin ku CHP wê "zextê li komîsyonê bike" da ku "gavên demokratîkbûnê" ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bavêje.
Nexşerêya 7 Xalan a CHPê
Li gorî raporek li ser Halk TV, CHP ji komîsyonê hêvî dike ku di vê çarçoveyê de gavên jêrîn bavêje:
• Bidawîanîna pratîka qeyûman.
• Biryarên Dadgeha Destûrî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cîh bîne.
• Azadiya derbirînê ji bo avakirina aştiya civakî.
• Betalkirina qanûna sansurê.
• Qanûnên dadweriya cezayî yên dadperwer, berfireh û bi rûmet.
• Bidawîanîna pratîka şahidên veşartî, ku mafê darizandinek dadperwer binpê dike.
• Bidawîanîna desteserkirina desthilatdariyê ji hêla dozgerên sereke ve di lêpirsînên siyasî de.