PeyamaKurd – Li gorî raportên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), guhertineke stratejîk di dosyaya Kampa Holê de rû dide.
Piştî ku kontrola kampa El-Hol a li nêzîkî Hesekê ji destê HSDyê derket û ket bin destê Artêşa Sûriyê, pêvajoya valakirina kampê ji malbatên Sûrî dest pê kiriye. Ev wekî yek ji veguherînên herî girîng ên salên dawî li herêmê tê dîtin.
Li gorî agahiyên dawî, karwanek ji 6 kamyonan ku nêzîkî 300 kes (piraniya wan jin û zarok) hildigirt, ji kampê bi rê ket. Ev malbat ber bi gundewarên Helebê, bi taybetî herêma bajarokê Axterînê, hatin veguhestin.
Ev herêm di bin kontrola hikûmeta demkî û komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê de ye.
Heta meha borî, Kampa Holê di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de bû. Lê piştî êrîşên dawî û vekişîna HSDyê, niha Artêşa Sûriyê û komên girêdayî wê serpêrştiya kampê dikin. Veguhestina malbatên Sûrî di çarçoveya rêkeftineke nû de pêk tê ku armanc dike kampê ji welatiyên Sûrî vala bike û wan li herêmên din belav bike.
Kampa Holê ku wekî "bombeya demkî" dihat binavkirin, hîn jî bi hezaran malbatên Iraqî û biyanî (Foreign Terrorist Fighters - FTF) tê de dimînin.