Fermandarê CENTCOMê: DYA pistgiriya entegrasyona HSDê dike

Dîroka Weşanê :
 Fermandarê CENTCOMê: DYA pistgiriya entegrasyona HSDê dike

PeyamaKurd – General Brad Cooper, Fermandarê Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM), diyar kir ku DYA piştgiriyê dide entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi hikûmeta Sûriyeyê re, û bal kişand ser Peymana 10ê Adarê ya ku ji hêla her du aliyan ve hatiye îmzekirin.

Li Enstîtuya Rojhilata Navîn (MEI) di salvegera hilweşandina rejîma Esed li Sûriyeyê de konferansek hate lidarxistin. Cooper di derbarê stratejiya DYAyê ya li Sûriyeyê de daxuyaniyên girîng da.

"HSD û hikûmet gihîştine rêkeftinekê"

Cooper rave kir ku danûstandinên di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de berdewam dikin û DYA piştgiriyê dide vê pêvajoyê, û stratejiya CENTCOMê wiha destnîşan kir:

"Ya yekem, em li Sûriyeyê li dijî DAIŞê berdewam dikin.

Ya duyemîn, em piştgiriyê didin entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hikûmeta Sûriyeyê re.

Ya sêyemîn, em ê hevrêzî û hevkariya bi hêzên Sûriyeyê re xurt bikin."

"Em amade ne ku piştgiriyê bidin danûstandinên entegrasyonê"

Cooper diyar kir ku yekbûna HSD bi hikûmeta Sûriyeyê re wê aramiyê bîne û wiha domand:

"Entegrasyona serketî ya HSD bi hêzên hikûmeta Sûriyeyê re dê bibe sedema hawîrdorek ewlehiyê ya aramtir û pêşbînîkirîtir. Di 10ê Adarê de, her du alî li ser têgeha entegrasyonê li hev kirin. Her ku danûstandinên entegrasyonê di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de berdewam dikin, em amade ne ku piştgiriyê bidin û me ev yek bi awayên watedar kiriye, wekî ku me hefteya borî li Şamê kir.

Ez dizanim ku hemî alî van danûstandinan girîng dibînin. Her du alî jî pabend in û em ê di vê pêvajoyê de beşdar bimînin. Heta îro jî, dema ku ez vê vîdyoyê tomar dikim, nîqaşên watedar di derbarê entegrasyona pêşerojê bi HSDê re berdewam dikin."

Wî herwiha zêde kir: "Em ê xebata xwe bi hevkarên xwe yên Sûriyeyê re bidomînin da ku li dijî DAIŞê derkevin, piştgiriyê bidin entegrasyona HSD û hevkariyê zêde bikin."