PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îdiayên ku dibêjin alav û makîneyên ji zeviyên petrolê yên "Rimêlanê" bo Herêma Kurdistanê hatine veguhestin, red kirin.
Berdevkê HSDê Ferhad Şamî roja Yekşemê, 22ê Sibata 2026an, ji Ajansa Nûçeyan a Almanî (DPA) re got, "Ev îdia bi tenê derewên çêkirî ne; armanca wan ew e ku navûdengê HSDê xerab bikin û di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de nakokiyê biçînin."
Şamî zêde kir, "Ev gotegot di rastiyê de tu bingehek wan tune. HSD di 10 salên dawî yên krîza Sûriyeyê de ji bo parastina mal û milkên neteweyî û ji bo misogerkirina ewlehî û aramiya herêmên ku ew birêve dibe xebitiye."
Ev înkara HSDê piştî wê yekê tê ku çavkaniyên li parêzgeha Hesekê ya bakurê rojhilatê Sûriyeyê roja Înê ya borî ragihandin ku HSDê piraniya alavên ji zeviyên petrolê yên Rimêlanê veguheztiye.