PeyamaKurd- Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku şaneyên girêdayî hikûmeta Şamê li Girtîgeha Dêrê ya Tebqayê tawan kirine û vîdeoyek belav kirine. Herwiha HSDê eşkere kir, li çend bajarokên Dêrezorê şerê dijwar di navbera HSD û komên çekdar ên hikûmeta Şamê de didome.
Navenda Ragihandinê ya HSDê da xuyakirin, wan beriya 3 rojan wekî "tedbîreke berpirsyarane" hemû girtiyên li Girtîgeha Dêrê ya Tebqayê veguhestine cihên ewle yên li derveyî bajêr.
Hat ragihandin ku bi şev li demjimêr 01:30ê, şaneyên çekdar ên girêdayî Şamê vîdeoyek belav kirine û îdia kirine ku girtîgeh kontrol kirine.
HSDê diyar kir ku van çekdaran li nava girtîgehê gule reşandine û ev yek wekî tawan û êrîşeke belgekirî pênase kir.
HSDê got: "Ev propagandaya plankirî rola wan a di plankirin û bicihanîna vê tawanê de eşkere dike. Vîdeoya ku wan belav kiriye delîleke zelal ê berpirsyariya wan a rasterast e."
Li aliyê din, HSDê ragihand ku komên girêdayî hikûmeta Şamê êrişî xalên wan ên li bajarokên Xeranîc, Ebû Hemam, Kişkiye, Zîban û Teyaneyê kirine.
Hat diyarkirin ku di encama êrîşan de şerê dijwar di navbera hêzên HSDê û wan koman de derketiye.