PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtinek pêk anî.
Di vê pêwendiyê de, Barzanî spasiya Fransayê kir ji bo rola wê ya pêşeng di dabînkirina aştî û aramiya herêmê de. Her du aliyan geşedanên herî dawî, bi taybetî rewşa aloz a li Sûriyê guftûgo kirin.
Nêçîrvan Barzanî, bal kişand ser paşeroja kurdan û careke din tekez kir ku divê di destûra nû ya Sûriyê de mafên kurdan bi awayekî fermî werin parastin û misogerkirin.