PeyamaKurd- Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro 24ê Sibatê pêşwazî li Emîda Mafperwer Çira Ehmed Letîf kir ku cara yekem wek jinekê bi fermî dest bi karê xwe yê Seroktiya Dadgeha Hêzên Asayîşa Navxwe/2 kir.
Wezîrê Navxweyî pîrozbahî li Emîd Çira kir û hêviya serkeftinê di vî erkê hestiyar de jê re xwest.
Ev biryar wekî beşek ji stratejiya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina rola jinan di postên bilind û qadên biryardanê de tê dîtin.
Li gorî yasa û rênimayiyên Wezareta Navxwe, ev dadgeh taybet e bi dadgehkirin û yekalîkirina wan dozên ku girêdayî binpêkirin û sûcên serbazî yên karmend û efserên ser bi Wezareta Navxwe ve ne.
Lİ gorî amarên fermî di dema Kabîneya Nehem de, beşdariya jinan di nava hêzên asayîşa navxwe de gelekî zêde bûye û hejmarek efserên jin gihîştine pileyên bilind û erkên stratejîk wergirtine.