Ahmet Turk: Di nav gel de bêbaweriyeke mezin çêbûye

Dîroka Weşanê :
Ahmet Turk: Di nav gel de bêbaweriyeke mezin çêbûye

PeyamaKurd- Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, ku qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin, beşdarî civîna koma DEM Partiyê li parlamenê bû û bersiv da gotinên dawî yên Serokê MHPê Devlet Bahçelî ên derbarê vegera şaredan bo ser karê wan.

Turk bal kişand ser banga Bahçelî ya ku gotibû "divê her du Ahmet jî li cihê xwe rûnin" û diyar kir ku êdî gotin têrê nakin, lewra di ser banga 27ê Sibatê re salek derbas bûye, lê ji ber ku desthilatê heta niha tu gaveke girîng neavêtiye, di nava gel de bêbaweriyeke mezin çêbûye.

‘Ji bo rakirina qeyûman pêdivî bi yasayên nû nîne’

Ahmet Turk got ku ji bo sererastkirina rewşê û rakirina qeyûman, ne pêdivî bi pêvajoyeke nû ya hiqûqî û ne jî bi guherandina yasayan heye û diyar kir: "Pirsgirêka qeyûman ne tenê daxwaza me ye, mijar îpoteka li ser îradeya gel e."

Herwiha Turk destnîşan kir ku ji bo bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê girtiyan de tu astengiyên qanûnî nînin, divê dewlet li gorî van biryaran tevbigere da ku bêbaweriya di nava gel de ji holê rabe.

 Ahmet Turk bal kişand ser rewşa siyasetmedarên girtî û diyar kir ku divê gavên hiqûqî werin avêtin û daxwaz kir, derbarê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag werin berdan.