Putin: Hinek dixebitin ku borûya TürkAkım û Mavi Akımê ya diçe Tirkiyê biteqînin

Dîroka Weşanê :
Putin: Hinek dixebitin ku borûya TürkAkım û Mavi Akımê ya diçe Tirkiyê biteqînin

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di civîna dezga îstîxbarata Rûsya (FSB) de ya li Moskovayê axifî û got:

“Niha ji îstîxbarata me hinek agahî tên. Hinek dixebitin ku xeta gasa xwezayî ya ji Rûsyayê dibin ava Derya Reş de diçe Tirkiyê ya TürkAkım û Mavi Akımê biteqînin.”

Putin, bi vê axaftina xwe hişyariyê da û balê kişand ser ewlehiya xeta borûyan ya gazê. Putin esas ne tenê behsa îro kir ku hinek dixwazin xeta gazê biteqînin lê got ku 4 sale di navbera Rûsya û Ûkrayna de şer heye û ji destpêka şer heya îro behsa êrîşên ser xeta gazê kir.

Putin got ku ew kesên ku dixebitin xeta gazê biteqînin, naxwazin di navbera Rûsya û Ûkrayna de li hev hatin bibe û hinek welatan tewanbar kir.