PeyamaKurd- Li bajarê Juiz de Fora yê ser bi eyaleta Minas Gerais a Brezîlyayê, ji ber barana zêde lehî rabû. Di karesatê de herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest da û 17 kes jî winda ne.
Rayedaran ragihandiye ku piştî xebatên lêgerînê yên bi saetan, 9 kes bi saxî hatine rizgarkirin, lê 17 kes hîn winda ne.
Ji ber lehiyê 440 kes bêmal man û ew di salonên werzişê û dibistanên ku kirine stargeh de hatine bicihkirin. Li hemû dibistanên ser bi şaredariyê ve perwerde hate rawestandin.
Tîmên agirkujiyê ji bo rakirina kavilên piştî lehî û şemitîna axê û ji bo gihîştina kesên di bin kavilan de mane, bi alavên taybet xebatên xwe didomînin. Tîman ragihandiye ku ji ber ku ax tije av bûye, xetera şemitînê hîn zêdetir dibe.