PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mistefa Hicrî, di hevpeyvînekê de ligel "Radio Ferda" behsa hûrgiliyên "Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê" kir.
Hicrî diyar kir ku xala wan a sereke û hevpar, xebata ji bo herifandina komara îslamiya Îranê ye. Mistefa Hicrî destnîşan kir ku wan li ser bernameyeke hevpar li hev kiriye da ku di qonaxa derbasbûnê de, heta avakirina hikûmeteke navendî, navendên îdarî yên Kurdistanê bi dengê azad ê xelkê birêve bibin. Her wiha Hicrî eşkere kir ku ew dixwazin hêzeke hevpar a Pêşmerge di çarçoveyeke diyarkirî de ava bikin.
Ji bo qonaxa derbasbûnê hevkariyeke berfireh
Hicrî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser giringiya jiyana bi hev re û got: "Armanca me ev e ku hemû hizb, ol û pêkhateyên cuda yên Kurdistanê di nav aştî û aramiyê de hevkar bin." Wî destnîşan kir ku ew dixwazin rêxistinên medenî jî di vê pêvajoyê de bi wan re bin. Li ser pêwendiyên bi opozîsyona Îranê re jî, Hicrî got ku ew amade ne bi navê vê hevpeymaniyê bi hêzên siyasî yên Îranî re danûstandinan bikin da ku bernameyek giştgir ji bo xebata aştîxwazane li seranserê welat amade bikin û di dawiyê de hikûmeteke hilbijartî ava bibe.
Deriyê hevpeymaniyê ji hemû aliyan re vekiriye
Derbarê tevlînebûna Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de, Sekreterê Giştî yê PDK-Î ragihand ku deriyê wan ji bo Komele û hemû hizbên din vekiriye. Hicrî got: "Heta ku ev hizb neyên nav hevpeymaniyê jî, em ê danûstandinên xwe ligel wan bidomînin." Wî destnîşan kir ku ew ê ji bo gihîştina armancên neteweyî mifahê ji şiyan û jêhatûbûna her aliyekî werbigirin û ji bo serkeftina vê qonaxê bang li hemû hêzan kir ku hevkariyê bikin.