PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di bernameya “News Hour” a kanala PBS a Amerîkî de (hefteya borî li Almanyayê hatibû tomarkirin û nû hatiye belavkirin) axivî.
Ebdî di bernameyê de qala rûdanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê, peymana bi Şamê re, gefên DAIŞê û rola Amerîkayê dike.
Mezlûm Ebdî li ser wê peymana ku wan dawiya meha 29ê Çileyê bi hikûmeta Sûriyeyê re girêdaye ragihand: "Ev peyman di van şert û mercên niha de encama herî guncav bû. Em nabêjin ku ji bo Kurdan peymana herî baş bû lê ji bo garantîkirina agirbestê, çespandina aramiyê û çareserkirina pirsgirêkên me yên bi rêya diyalogê, qebûlkirina peymanê bû alternatîf."
Mezlûm Ebdî li ser pirsa ‘gelo birêveberiya xwecihî cihê otonomiyê girtiye?’ got: "Em otonomiyê dixwazin lê ji ber rewşa niha, mercê hikûmeta Şamê ji bo qebûlkirina me tenê birêveberiya xwecihî ye da ku Kurd karibin herêmên xwe bi rê ve bibin û nasnameya Kurdan biparêzin."
Ebdî destnîşan kir, eger peyman were betalkirin, ne pêkan e ku ew dev ji herêmên xwe berdin û dê heta dawiyê şer bikin.
Ebdî derbarê serîhildana DAIŞê de jî hişyarî da û goti: "DAIŞ hîn jî gelekî bihêz e û hêdî hêdî destê wê gihîştiye bajarên herî mezin ên Sûriyeyê. Eger şerê li dijî DAIŞê bi tundî nedome, ew rêxistin dê careke din bibe gefek li ser cîhanê."
Mezlûm Ebdî dilgiraniya xwe ya li ser vekişîna hêzên Amerîkayê anî zimên û ev yek wekî "ramaneke baş" nedît û diyar kir, vekişîna di vê dema hestyar de dê astengiyên mezin çêbike, bi taybetî jî di "şerê li dijî terorê" de.
Mezlûm Ebdî rexne li bêdengiya Washingtonê ya di dema êrîşên li ser herêmên wan de girt û got: "Dema ku êrîşeke mezin hat ser herêmên me û gelek kesên me hatin kuştin, helwesta Amerîkayê ew qasî ne xurt bû ku êrîşê bide rawestandin. Loma ji ber vê helwestê, bêhêvîbûneke berbelav di nav gelê me de heye."
Mezlûm Ebdî qala nasnameya xwe kir û got: "Du nasnameyên min hene, Sûriyeyîbûn û Kurdbûn, di bingehê de ez Kurd im û ez bi her duyan jî serbilind im. Em dixwazin Sûriye were avakirin lê di heman demê de em dixwazin herêmên Kurdan jî bi pêş bikevin û zindî bibin, her wiha Kurd xwedî roleke sereke bin di nav welêt de."