PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Iraqê, Mistefa Kazimî, di hevpeyvîneke taybet de li gel kanala El Ehed, nêrîneke nû û wêrek derbarê kêşeya Kurd li Iraqê pêşniyar kir.
Kazimî destnîşan kir ku ji sala 1991an vir ve Herêma Kurdistanê xwedî statuyeke taybet e û êdî dem hatiye ku di navbera her du aliyan de "diyalogeke rastîn" were kirin.
Wî pêşniyar kir ku Iraq modela Brîtanya û Skotlandê ji bo xwe bike mînak, ku tê de desthilatên berfirehtir didin herêmê û rêz li taybetmendiyên neteweyî tê girtin.
Kazimî diyar kir ku sîstema niha ya Herêma Kurdistanê federalîzm e, lê ji bo aramiyeke mayînde divê hîn bêtir rûber ji bo biryardanê ji Kurdan re were hiştin. Wî got,
Li Skotlandê azadiyek heye ku ji peywendiyên niha yên Bexda û Hewlêrê zêdetir e."
Li gorî vîzyona Kazimî, divê biryarên stratejîk ên mîna parastin û polîtîkaya derve li Bexdayê bin, lê di warên din de Herêma Kurdistanê bi temamî azad be ku xwe bi xwe bi rê ve bibe.
Serokwezîrê berê rexne li peymana civakî ya piştî sala 2003yan girt û destnîşan kir ku ew peyman di nav rewşeke aloz de hatiye çêkirin û Erebên Sunnî bi awayekî çalak tê de cih negerandine.
Kazimî bang kir ku Iraq pêdivî bi "Peymaneke Civakî ya Nû" heye. Di vê peymanê de, divê hemû pêkhateyên Iraqê (Şîe, Sunnî û Kurd) li ser bingeha diyalogê bigihîjin rêkeftineke nû ku hinek jê re dibêjin "konfederalîzm" û hinek jî jê re dibêjin "desthilata zêdetir".
Xalên sereke yên pêşniyaza Kazimî: