Li Rihayê elektrîkê bi xebatkarê SUSKIyê girt û can da

Dîroka Weşanê :
Li Rihayê elektrîkê bi xebatkarê SUSKIyê girt û can da

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li mnavça Wêranşehrê xebatkarê dezga ŞUSKİ Osman Seven (54) wexta xwest ariza bîra avê ya lelektrîkê çareser bike, elektrîkê pê girt û ket bîrê. Hevalên wî ew ji bîrê derxistin û teslîmê tîmên tenduristiyê kirin.

Tîmên tenduristiyê ew birin nexweşxana deweletê ya Wêranşehrê lê Osman Seven li nexweşxanê can da.

Osman Seven xebatkarê şaredariya Rihayê ya mezin bû û bi sedema tamîra elektrîka bîra avê çûbû navça Wêranşehrê taxa Sağlamlarê.