Macron: "Divê Kurd di hikûmeta Sûriyeyê de rolekê bilîzin"

Dîroka Weşanê :
Macron: "Divê Kurd di hikûmeta Sûriyeyê de rolekê bilîzin"

PeyamaKurd - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku wî çend caran bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) Mazlûm Ebdî re hevdîtin kiriye.

Emmanuel Macron doh (Pêncşem, 12ê Sibata 2026) diyar kir ku "Divê Kurd di hikûmeta Sûriyeyê de rolekê bilîzin, divê peymana di navbera Ehmed Şera û Mazlûm Ebdî de were bicîhanîn û HSD di nav artêşa Sûriyeyê de were entegrekirin."

Macron diyar kir ku wî çend caran bi Mazlum Abdi re hevdîtin kiriye û destnîşan kir ku wan ji bo Rojava tiştên baş kirine û bicîhanîna agirbesta di navbera Şam û HSD de ji bo ewlehiya herêmî girîng e.

Macron piştgiriya xwe ji bo serwerî û yekîtîya Sûriyeyê anî ziman û got, "Em rewşê ji nêz ve dişopînin."

Macron got, "Bê guman em ê fedakarîyên HSD ji bîr nekin û wiha lê zêde kir:
"Ciwanên Kurd ên qehreman li şûna me li dijî terorê şer kirin."