PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, ji bo ku beşdarî 62yemîn Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê bibin, gihîştin Almanyayê.
Ev konferansa ku di navbera 13-15ê Sibatê de li Otêla “Bayerischer Hof”ê tê lidarxistin, zêdetirî 1,000 beşdar û 60 serokên dewletan tîne cem hev.
Bendewarî ew e ku di çarçoveya vê lûtkeyê de, Mezlûm Ebdî bi Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyî Esed Şeybanî re hevdîtinekê pêk bîne.
Ev civîn wekî “yekemîn peywendiya asta bilind a rasterast” piştî rêkeftina 30ê Rêbendanê (Çile) tê nirxandin.
Konferansa îsal a ku bi mijara “Di bin wêraniyê de” tê lidarxistin, dê li ser krîzên gerdûnî, şerê Ûkraynayê û nexşerêya nû ya siyaseta derve ya Amerîkayê bisekine. Her wiha, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gelek dîplomatên payebilind ên mîna Marco Rubio (DYA) û Wang Yi (Çîn) jî di nav beşdaran de ne.