Nêçîrvan Barzanî û Îlham Alîyev xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî û Îlham Alîyev xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Azerbaycanê Îlham Eliyev re civiya. Di hevdîtinê de pirsa vekirina Konsulxaneya Azerbaycanê li Hewlêrê û pêşxistina pêwendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro înê, 13ê Sibata 2026an, di çarçoveya Konfransa Ewlekariyê ya Munîhê de bi Serokê Azerbaycanê Îlham Eliyev re hevdîtinek pêk anî.

Di civînê de pêwendiyên Azerbaycanê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û derfetên berfirehkirina hevkariyên dualî di warên cuda de hatin nirxandin. Her du serokan tekezî li ser giringiya bihêzkirina têkiliyên aborî û çandî û vekirina asoyên nû yên hevahengiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Azerbaycanê de kirin.

Konsulxaneya Azerbaycanê li Hewlêrê

Yek ji mijarên herî giring ên hevdîtinê, proseya vekirina Konsulxaneya Giştî ya Azerbaycanê li Hewlêrê bû. Her du aliyan ev pêngav wekî nîşaneya xurtbûna peywendiyên dîplomatîk nirxandin û li ser kirdarîkirina vê mijarê gotûbêj kirin.

Herwiha di beşeke din a civînê de, her du serokan gotûbêl li ser rewşa siyasî ya herêmê û çendîn mijarên din ên ku ji bo her du aliyan cihê giringiyê ne, kirin.