Omêd Sebah bertek nîşanî neşandina mûçeyan da

Dîroka Weşanê :
Omêd Sebah bertek nîşanî neşandina mûçeyan da

PeyamaKurd- Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bi cih anîne û niha tu biryarek nîne ku şandeke danûstandinan biçe Bexdayê.

Omêd Sebah ji K24ê re da xuyakirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema xwe de lîsteya mûçeyan, hevsengiya pêdaçûnê û para dahatên negirêdayî petrolê pêşkêşî hikûmeta federal kirine.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku divê Bexda mîna parêzgehên din ên Iraqê bi Herêma Kurdistanê re jî serederiyê bike û şandina "pereyan" dereng nexe.

Sebah li ser serdana şanda Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê jî ragihand ku biryar nîne ku şanda danûstandinan biçe Bexdayê, ji ber ku wan her tişt kiriye û tenê şandina pereyan ji aliyê Bexdayê ve dereng maye.

Omêd Sebah bi bîr xist ku tiştê mayî tenê şandina pereyan ji aliyê hikûmeta federal ve ji bo xerckirina mafên darayî ye.

Sebah eşkere kir, niha Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal berdewam hevahengiyê dikin û li ser hejmareke mijarên darayî û budçeyê dixebitin, da ku piştrastî ji hûrgiliyên datayan û rakirina berbestan bê dayîn.