Parêzgarê Hesekê pêşwazî li Wezîrê Tenduristiya Sûriyê kir

Dîroka Weşanê :
Parêzgarê Hesekê pêşwazî li Wezîrê Tenduristiya Sûriyê kir

PeyamaKurd- Parêzgarê bajarê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed, bi amadebûna hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Memo Xelîl, li avahiya parêzgariyê pêşwaziya Wezîrê Tenduristiyê yê Hikumeta demkî Miseb Nezal El Elî kir.

Li gorî medya Rojavayê Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa tenduristiyê ya herêmê, pêdiviyên wê, kêmasiyên li hin nexweşxane û navendên tenduristiyê, herwiha rêbazên pêşdebirina qada tenduristiyê hatin gotûbêj kirin.

Wezîrê tenduristiyê Nezal Elî diyar kir, dê alavên bijîşkî yên pêwîst bidin saziyên tenduristiyê yên ku kêmasî lê hene.

Parêzgarê Hesekê û hevserokê Desteya Tenduristiyê derbarê rewşa nexweşxaneyên li herêmê û rola wan di dabînkirina pêdiviyên xelkê de agahî dan û dane xuyakirin ku dê hewldanên pêşdebirina qada tenduristiyê bidomînin.

Piştî hevdîtinê li Nexweşxaneya Gel a Hesekê hevdîtin bi hin nexweşxan re hatin kirin û li wan guhdarî kirin. Dawiyê jî serdana Gerînendetiya Tenduristiyê ya Bajarê Hesekê hate kirin.