PeyamaKurd - Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Omer Faruk Gergerlioglu diyar kir ku divê Tirk jî Kurdî fêr bibin û bal kişand ser cîrantî û jiyana hevbeş.
Gergerlioglu ev gotin di dema axaftinekê de li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) kir.
Gergerlioglu diyar kir ku divê Tirk jî Kurdî fêr bibin û got, "Ma divê tenê Kurd Tirkî fêr bibin? Divê Tirk jî Kurdî fêr bibin, hevalno. Em li welatekî ne ku herî kêm 20 milyon Kurd lê dijîn. Cîranên me Kurd in. Îtîraz nekin. Binêrin, li vir cîranên we yên Kurd jî hene. Hûn nikarin ji cîrantiya wan birevin. Li her derê cîranên we hene. Divê hûn wê fêr bibin."
Gergerlioglu herwiha diyar kir ku wî dest bi fêrbûna Kurdî kiriye û got, "Erê, wekî Tirkekî ku zimanê wî yê dayikê Tirkî ye, ez Kurdî fêr dibim, ez beşdarî qursên Kurdî dibim. Çima ez nebim?"
Gergerlioglu wiha berdewam kir:
"Min qet ji Kurdan xerabî nedîtiye, tenê qencî. Min qencî jî kiriye. Cîranbûna Kurdan ne tiştekî xerab e. Cîranbûna Kurdan, dostbûna wan rûmetek e, hevalên min."
Parlamenterê Partiya DEMê Omer Faruk Gergerlioglu, bal kişand ser cîrantî û jiyana hevbeş û gotara "Cîran hewceyê alîkariya cîranekî ye" û diyar kir ku divê Kurd wek dost bên dîtin, ne wek dijmin.