PeyamaKurd – Endamê şandeya Hêzên Ewlehiyê yên Kobanî, Emîn Salih, hûrgiliyên civîna xwe ya li gel rayedarên Helebê eşkere kirin.
Salih ragihand ku li ser bingeha rêkeftina HSD û Şamê, li ser entegrekirina hêzên ewlehiyê û birêvebirina navçeyan lihevkirinek pêk hatiye.
Di civînê de hat biryardan ku navçeyên “Şêxler, Sirîn û Çelebî dê bi Kobaniyê ve werin girêdan”.
Salih destnîşan kir ku ji bo vegera xelkê bo ser cih û warên xwe, divê hêzên leşkerî ji xetên şer werin vekişandin.
Hat ragihandin ku Asayîşa Kobaniyê îro derbasî navçeya Çelebî dibe û bi vê pêngavê re “vegera xelkê bo mal û herêmên xwe” bi fermî dest pê dike.
Emîn Salih tekez kir ku ew pêşîniyê didin derketina hêzên leşkerî da ku hêzên ewlehiyê (Asayîş) karibin cihê wan bigirin û “aramiyeke mayînde” li herêmê ava bikin