Civîna Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bi beşdariya Sûriyeyê li Riyadê dest pê kir

Dîroka Weşanê :
Civîna Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bi beşdariya Sûriyeyê li Riyadê dest pê kir

PeyamaKurd – Paytexta Erebistana Siûdî, Riyad, mazûvaniya civîna rêveberên siyasî yên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê dike.

Kanala “El-Îxbariye”yê ragihand ku “Riyad mazûvaniya civîneke rêveberên siyasî yên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê dike” ku tê de nûnerên 90 welatên endam amade ne.

Ev civîn di bin serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Siûdî Welîd el-Xurecî û bi beşdariya nûnerên Amerîka, Tirkiye û Sûriyeyê birêve diçe.

Civîn bi taybetî ji ber beşdariya yekem a fermî ya hikûmeta Sûriyeyê xwedî giringiyeke dîrokî ye.

Rayedaran destnîşan kir ku ev pêngav “di çarçoveya tevlîbûna Sûriyeyê wekî endamê 90emîn ê hevpeymaniyê heta dawiya sala 2025an de pêk tê û gavek e ku têkoşîna li dijî DAIŞê li welêt xurt dike.”

Di rojeva lûtkeyê de nirxandina rewşa ewlehiyê ya li Iraq û Sûriyeyê, têkoşîna li dijî “şaneyên razayî yên DAIŞê” û xurtkirina hevahengiya leşkerî di navbera welatên endam de heye.