PeyamaKurd- Hate ragihandin ku şandên danûstandinkar ên PDK û YNKê roja Çarşemê li ser asta bilind bi armanca lihevkirina li ser posta Serokomarê Iraqê dicivin.
Serokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di Parlamentoya Iraqê de Herêm Kemal Axa îro 9ê Sibatê ragihand, roja Çarşemê 11ê Sibatê şandên PDK û YNKê yên danûstandinkar dicivin.
Herêm Kemal Axa destnîşan kir, ev civîn ji bo çareserkirina nakokiyên li ser posta Serokomar e. Kemal Axa got: "Eger her du alî li hev bikin, hingê roja Pênşemê 12ê Sibatê Parlamentoya Iraqê dê ji bo hilbijartina Serokomar bicive."
Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Iraqê de Şaxewan Ebdulla jî diyar kir, biryara li ser dem û şêwazê rûniştina parlamentoyê dê li derveyî parlamentoyê di navbera serokên aliyan de were dayîn û got, ne rast e mirov bibêje pirsgirêka Iraqê tenê posta Serokomar an jî nakokiya PDK-YNKê ye, herwiha aliyên Şîe jî di nav xwe de li ser posta Serokwezîr, xwedî nakokiyên kûr in.
Serokê Fraksiyona PDKê tekez kir, aliyên siyasî dixwazin berî ku biçin parlamentoyê, li ser her du postên Serokomar û Serokwezîr bigihîjin encamekê û got: "Eger rûniştina parlamentoyê bêyî rêkeftineke pêşwext were lidarxistin, Serokomar nayê hilbijartin. Lewma divê pêştir lihevkirin çêbibe."