PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro 9ê Sibatê bi Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ya bi seroktiya Mihemed Îsmaîl re civiya.
Hate ragihandin ku Serok Barzanî û şanda ENKSê rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û pêdivîya yekrêziya aliyên Kurdî di qonaxên bê de gotûbêj kirin.
Di civînê de, rewşa siyasî û guhertinên dawî yên Sûriyeyê hatin nîqaşkirin û pêdivîya yekrêziya aliyên Kurdî di qonaxên bê de hat axaftin.
Herwiha ji bo çareserkirina pirsgirêkan tekezî li ser danûstandinan û diyalogê hate kirin.