PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema wefata nivîskar, siyasetmedar û lêkolîner Mela Mihemed Emin Bozarslan peyameka sersaxiyê di ser hesabê xwe yê medya civakî de weşand. Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Ji bo koça dawî ya nivîskar, lêkolîner û welatparêzê hêja Mehmet Emîn Bozarslan, sersaxiyê didim malbata wî ya birêz û hemû rewşenbîrên Kurdistanê. Canê wî şa be.
Seyda Bozarslan bi xizmet û berhemên xwe yên binirx, roleke mezin ji bo parastin û pêşxistina ziman û wêjeya kurdî lîst. Şopa wî dê her tim di bîra me de zindî bimîne.”
Mela Mihemed Emin Bozarslan gelek xebatên wî yên siyasî, wêjeyî, dîrokî û wergeran kiriye.