Mazlum Abdî: Xebatkarên Rêvebiriya Xweser û xebatkarên deriyê Sêmalka wê bimînin

Dîroka Weşanê :
Mazlum Abdî: Xebatkarên Rêvebiriya Xweser û xebatkarên deriyê Sêmalka wê bimînin

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Suriya Demokratîk Mazlûm Abdî li ser li hevkirina bi Şamê re agahiyan da. Abdî got ku wê xebatkarên di bin Rêvebiriya Xweser de dixebitin, wê karên xwe dewam bikin û Deriyê Sêmalka jî wê rewşa xwe ya heyî ya xebatê, ewlehî û îdarî biparêze.

Mazlum Abdî agahiyan di wexta xîtabê koçberên Efrînê û Serêkaniyê re dikir, da. Abdî tîşkê xist ser peymana navbera Şamê û HSDê ya îdarî ya 29.01.2026an. Abdî got:

“Di peymana me û ya navbera Şamê de wê temamê rêvebir û memûrên Rêvebiriya Xweser li ciyê xwe bimînin. Ji bo entegrasyona dezgeyan wê hevserokê herêma Cezîre, Walî û rayedarên ji Şamê hatin, tevlî komîsyonê bûn û wê temaman bikin dezgeyên fermî.”

Abdi li ser deriyê Sêmalka got ku wê rewşa xwe ya heyî biparêze, mudir, xebatkar û asayiş wê wezîfa xwe dewam bikin. Lê heyeta ji Şamê were, wê karibe pasaportan û karên dewletê eleqedar dike, kontrol bike.

Li ser bingeha leşkerî Abdî got ku wê tumenekî leşkerî bê avakirin ku wê ji hêzên HSDê be. Tumen wê ji 3 tûgayan be, yek li Hasekiyê, yek li Qamîşlo û ya dinê wê li Dêrikê be.

Li Kobaniyê wê tûgayekî dirêdayê tumena Helebê bê avakirin.