PeyamaKurd – Recep Cengiz bi îzin ji zîndana Ankara derket, ewilî diya xwe ya bi navê Azize Cengiz, keça ku ji hevjîna wî ya ewilî bû Azra Cengiz (8) kuşt, jina xwe ya bi navê Beyzanur Uçan Cengiz ku li ber hev berdanê bû bi demançê kuşt û paşî xwe kuşt.
Rûdan li Ankara li navça Keçiörenê li taxa Kuşcağızê qewimî.
Dema tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê rûdanê, dîtin ku her 4 kes jî mirine û cenazeyan birin morga tiba edlî bo otopsiyê.