PeyamaKurd – Senatorê Amerîkî Lindsey Graham di ser hesabê xwe yê Xê de, di hinek mijaran de daxwuyanî da. Di daxwuyhaniya xwe de tewrê welatên li herêmê û goya hevkarên DYAyê rexne kir.
“Ji bo goya hevkarên me yên herêmê: Tevî hemû bertekên xelkê Îranê, eger hun difikirin ew kujerê Ayetullah û rejîma wî, li piya bihêlin û eger hun difikirin ku ev fikrekî başe, hun di dinya xeyalan de dijîn.
Wext hatiye ku li dijî ayetullahê Nazî yê ku xelkê xwe dikuje û goya dibêje ku oldare, bi wêrekî û bi rêk û pêk derên.
Ji bo welatên weka Tirkiye, Qatar, Misir û hwd: Daxwaza we ya ku hun dixwazin rewşa heyî ya Îranê biparêzin û daxwazên xelkê Îranê nebînin, ez dibêjim ne li gor berjewendiyên ewlehiya netewî ya Amerîkaye û ev bi mafên mirovan je jî li hev nake.
Serok Trump got; “protestoyan dewam bikin alîkarî di rê de ye, tê” ez bawerim wê Trump li teferê rast ciyê xwe bigre. Ez bawerim zilamê gotina xwe ye.”
Azadî bo Îranê.”