PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Erebistana Sa’udiyê Faysal bin Ferhan, bi hemkarê xwe yê Sûriyê Esad Hasan eş-Şeybani re li bajarê Riyadê civiyan.
Her dû wezîr li ser pêşdeçûnên li Sûriyê û têkiliyên navbera her dû welatan axifîn. Ferhan di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku di civînê de şêwirmendê wezaretê Musab bin Muhammed el-Ferhan û musteşarê karên siyasî yê wezaretê Suud es-Sati jî amade bûne.