Amerîka dest danî ser tankêra petrolê

Dîroka Weşanê :
Amerîka dest danî ser tankêra petrolê

PeyamaKurd – Wezareta berevaniya Amerîkayê ragihand ku li keştiya bi navê ‘Aquila II’, li Karayîpê îhlala biryara karantînayê kiribû, di Okyanûsa Hindê de dest daniye ser.

DYA, tankêra petrolê heya Okyanûsa Hindê şopand û kontrola xwe danî ser. Wezaret, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku serok Trump givaşên daniye ser keştiyan, ji aliyê hêzên Pasîfîkê yên DYA de (INDOPACOM), di seha berpirsiyariya xwe mudaxele bi keştiyê kiriye.

Di parvekirina agahiyan ya wezareta DYA de hat gotin ku wê bersiva her îhlalê di derya, hewa û bejayiyê de bidin û yên ku derveyê qanûnan de tevbigerin dê nikaribin ji hêza DYAyê birevin.

Amerîka bi sedema karên maddên hişbiir dikin, Derya Karayîbê weka seha karantînayê ragihandibû û her keştiya bireviya ji hewa de lê dixist.