Îran: Em paşve gav navêjin

Dîroka Weşanê :
Îran: Em paşve gav navêjin

PeyamaKurd- Serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Îranê Mihemed Îslami, derbarê muzakereyên ligel DYAyê de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku kêmkirina rêjeya meyandina uranyumê ya %60, bi temamî bi rakirina dorpêçên li ser Îranê ve girêdayî ye.

Îslamî bal kişand ser erkên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (UAEA) û rexne li bêdengiya ajansê ya li hemberî êrîşên leşkerî yên li ser navendên nukleerî girt.

Berpirsê Îranê diyar kir ku nabe mafê gelê Îranê yê teknolojiya nukleerî ya aştîyane bê binpêkirin û îdîayên derbarê derxistina uranyumê ya ji bo derveyî welat jî red kir.

Îslamî destnîşan kir ku heta aliyê din hemû sozên xwe bi cih neyîne û dorpêçan raneke, ew ê di bernameya xwe ya nukleerî de gavên paşve neavêjin.