Şanda UNİCEF a NY ji bo alîkariyên mirovî serdana Kobaniyê kir

Dîroka Weşanê :
Şanda UNİCEF a NY ji bo alîkariyên mirovî serdana Kobaniyê kir

PeyamaKurd- Şandeke Rêxistina Ewlehî û Asayîşê (UNDSS) û Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA), ji bo nirxandina rewşa mirovî û xizmetguzariyê û dorpêça berdewam, serdana bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Şanda rêxistinên NY bi berpirsên Kobaniyê re civiya. Hate ragihandin ku armanca serdanê ew e ku rewşa giştî ya bajêr binirxînin, pêdiviyên mirovî û xizmetguzariyê yên lezgîn destnîşan bikin da ku alîkariyên pêwîst bên dayîn.

Herwiha li ser mekanîzmayên xebatên rêxistinên mirovî yên ku tê çaverêkirin di rojên pêş de bikevin Kobaniyê û rêbazên hêsankirina xebata wan, hatin gotûbêjkirin.

Hêjayî gotinê ye, Kobanî ji 20ê Çileyê ve di bin dorpêçeke dijwar a hêzên Şamê de ye.