PeyamaKurd – MİT a Tirkiyê bi hevkariya serdozgeriyê û asayîşa îstenbolê operasyon kiribû ser Mehmet Budak Derya û Veysel Kerimoğlu û bi sedema agahiyan bi dizî didan îstîxbarata Îsraîlê MOSSADê, her dû kesan xistibû bin çav.
Piştî Îfadên wan hatin girtin, ew derxistin dadgehê edliya Îstenbolê dadgeha Sulh cezayê, dadgehê biryara zîndanîkirina wan da û ew şand zîndanê.
Dadgehê bi biryara “agahiyên dewletê yên ku divê xef bimînin, bi armanca casûsiya leşkerî û siyasî bidest xistine” wan şandin zîndanê.
Demekî dirêje ku MİT ew dişopand û destnîşan kiribû ku agahiyan dane Mossadê.
Li gor tesbîta MİTê; Derya ji sala 2013an heya niha bi îstîxbarata Îsraîlê re pêwendiyên xwe dewam kiriye, di nav vê pêvajoyê de, bi navên kod yên "Luis, Jesus/Jose, Dr. Roberto/Ricardo, Dan/Dennis, Mark, Elly/Emmy û Michael" re têkiliyan dewam kiriye û li welatên Ewrûpayê bi welatên sêyem re hevdîtinan kiriye.