PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 9ê Sibatê karwaneke leşkerî ya Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê bû.
Hêjayî gotinê ye, piştî ku herêmên jêr kontrola HSDê ketin kontrola hêzên Şamê Amerîka hêzên xwe yên li herêmê vediguhêze Herêma Kurdistanê û biryare dosyeya girtiyên DAIŞê jî radestî Iraqê bike.
Hate zanîn ku karwana ji Rojavayê Kurdistanê derket hejmarek barhilgirên ku wesayîtên zirxî, Humvee û cebilxaneya leşkerî li xwe girtibû.
Berpirsekî bilind ê Parêzgariya Hewlêrê derbarê mijarê ragihandiye ku ev tevger ne vekişîn e, guherîneke rûtîn e û gotiye, "Yekîneyên ku dema erkê wan a li Rojavayê Kurdistanê qediyaye, di çarçoveya guhertinê de di rêya Herêma Kurdistanê re vedigerin."