PeyamaKurd- Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xaminey, bi boneya 47emîn salvegera Şoreşa Îslamî ya Îranê peyamek weşand û bang li gelê Îranê kir ku bi girseyî beşdarî meşên 11ê Sibatê bibin.
Xaminey diyar kir ku hêza neteweyî ji fuzeyan zêdetir bi îrade û berxwedana gel ve girêdayî ye û destnîşan kir ku amadebûna gel a li qadan, nîşaneya herî mezin a serwerî û rûmeta neteweyî ye.
Xaminey bang li welatiyan kir ku bi nîşandana biryardariya xwe dijmin bêhêvî bikin û got: "Hebûna mirovên ku bi dilsoziya xwe ya ji bo Komara Îslamî derdikevin qadan, dibe sedem ku dijmin paşve gav baveje; heta ku dijmin bêhêvî nebe, zext û zordariya li ser neteweyekê bi dawî nabe."
Hêjayî gotinê ye, piştî gera yekem a danûstandinan a li Umanê biryar e vê hefteyê jî şandên Amerîka û Îranê hevdîtinên nerasterast li ser mijara nukleerî û moşekên balîstîk pêk bînin, lê amadekariyên êrîşeke berfireh a Amerîkayê jî bi keştiyên şer berdewam dike.