PeyamaKurd- Şandeke Kompaniya Petrola Sûriyê di çarçoveya entegrasyona rêkeftina 29ê Çileyê de, serdana navçeya petrolê ya Rojavayê Kurdistanê Rimêlan û Siwêdiyê kir.
Cîgirê Serokê Kompaniya Sûrî ya Petrolê Welîd Yûsif piştî hevdîtina ligel rêveberên Rimêlanê da zanîn ku hemû karmendên petrolê yên li bajarê Rimêlanê li ser karê xwe dimînin.
Yûsif piştî serdana bajarê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand ku mûçeyên karmendan tên başkirin û weke mûçeyên di serdema Rejîma Esed de namînin û got: ”Em tekez dikin ku hemû karmendên li bajarê Rimêlanê dê bi me re bimînin û mûçeyên welatiyan jî weke serdema Rêjîma Esed namînin û dê baştir bibin”.
Yûsif diyar kir ku deverên Kurdî di şoreşê de beşdar bûn û ew ê bi hev re rê berdewam bikin ji bo Sûriyeyeke yekgirtî bo hemûyan.
Şanda Kompaniya Sûrî ya Petrolê ku ji berpirsê ewlehiya navxwe li Hesekê Merwan El-Elî û Rêveberê ewlehiya balafirxane û dergehan Ehmed El-Ehmed pêk dihat, îro serdana kêlgehên petrolê li Rimêlanê kir û rewşa wan ji nêzîk ve şopand.