PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Şanda Hevbeş a Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ku biryara avakirina wê di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya 26ê Nîsana 2025an hatibû standin, cara yekem serdana Şamê dike.
Li gorî zanyariyan, piştî rêkeftina 29ê Çileyê ya HSD û Şamê biryar hatiye dayîn ku Şanda Hevbeş a Siyasî serdana Şamê bike û danûstandinên siyasî li ser mafên Kurdan bi rêveberiya Sûriyê re bike.
Hêjayî gotinê ye, Endamê Serkirdayetiya ENKSê Nîmet Dawid jî piştî hevdîtina ligel Serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera ragihandiye ku şanda hevbeş di demeke nêzîk de serdana Şamê dike.
Hîn dîroka serdanê nehatiye eşkere kirin.