PeyamaKurd – Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ragihand ku li peravên bajarê Zuwarayê yê Lîbyayê karesateke nû qewimiye.
“Kelekeke plastîk” a ku “55 koçber” hildigirtin, nêzîkî 6 demjimêran piştî derketina ji deryayê, noqî avê bû.
Li gorî tespîtên destpêkê, ji 55 kesên di kelekê de “53 koçber winda ne yan jî jiyana xwe ji dest dane” ku di nav wan de du pitik jî hene.
Di vê bûyera trajîk de tenê du jinên Nîjeryayî sax hatine rizgarkirin. Koçberên ku rizgar bûne diyar kirin ku wan “hevjîn û pitikên xwe di nav pêlan de winda kirine”.
IOMê destnîşan kir ku ji destpêka sala 2026an vir ve, hejmara kesên li Deryaya Spî winda bûne gihîştiye “484 kesan”.
Rêxistinê bang li civaka navneteweyî kir daku li dijî torên qaçaxçîtiyê “hevkariya navneteweyî were xurtkirin” û ji bo rêgirtin li mirinan “rêyên koçberiyê yên ewle” werin afirandin.