PeyamaKurd - Wezîrê Karên Hundir Reber Ehmed tekez kir ku Herêma Kurdistanê ji bo tu welatên cîran nabe çavkaniya gefan.
Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê îro di civîneke çapemeniyê de li ser rewşa ewlehiyê û gefên terorîstî yên li herêmê daxuyaniyek da.
Wezîrê Karên Hundir tekezî li ser siyaseta aram a Herêma Kurdistanê kir û got, "Herêma Kurdistanê ji bo tu welatên cîran nabe çavkaniya gefan."
Ehmed herwiha zêde kir ku Herêma Kurdistanê her tim bi cîranên xwe re têkiliyên dostane û aram xwestiye.
Di derbarê gefên ji nû ve zindîbûna rêxistina terorîst DAIŞê de, Ehmed hişyarî da ku DAIŞ hîn jî gefek bihêz e û vejîna rêxistina terorîst, bi taybetî çalakiyên wê yên zêde li Iraq û Sûriyeyê, cihê fikaran e.
Wezîrê Karên Hundir girîngiya parastina aramiya li herêmê tekez kir û diyar kir ku divê hemû hewl bên dayîn da ku Iraq û Herêma Kurdistanê ji xetereyên şer û pevçûnê dûr bikevin da ku mirov bikaribin di ewlehî û aştiyê de bijîn.