Rojava: Li Hesekê 51 girtî hatin berdan

Dîroka Weşanê :
Rojava: Li Hesekê 51 girtî hatin berdan

PeyamaKurd- Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê 51 girtî di çarçoveya efûya hatiye derxistin de, bi amadebûna şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb hatin berdan.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed di dema serbestberdana girtiyan de axivî û got pêvajoya heyî pêvajoya efûkirin û avakirinê ye, ne pêvajoya girtin û dûrxistinê ye.

Nûredîn Ehmed bang li kesên hatine berdan kir ku bi erênî beşdarî civakê bibin û diyar kir ku her çi qasî di demên berê de şaşî kiribin jî, lê hemû welatî yên vî welatî ne.

Parêzgarê Hesekê da zanîn ku civak emaneteke ji bo her kesî û kesên hatine berdan jî beşeke tevna civakê ne. Nûredîn Ehmed hêvî kir ku kesên hatine berdan xizmeta civakê bikin.