Şandeya teknîkî ya Şamê ji bo nirxandina zeviyên petrolê gihîşt Rimêlanê

Dîroka Weşanê :
Şandeya teknîkî ya Şamê ji bo nirxandina zeviyên petrolê gihîşt Rimêlanê

PeyamaKurd – Tîmeke ji pispor û endezyarên “Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê” (SPC) serdana zeviyên petrolê yên Rimêlan û Siwêdiyê yên li Rojavayê Kurdistanê kir.

Sefwan Şêx Ehmed, Rêveberê Ragihandinê yê SPCyê, ragihand ku ev serdan bi mebesta “nirxandina rewşa teknîkî ya zeviyan li cihê bûyerê û amadekariya gavên pêşerojê” hatiye encamdan.

Ev pêngav wekî beşek ji cîbicîkirina “Peymana 30ê Rêbendanê” ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Şamê de tê dîtin.

Li gorî vê rêkeftinê, rêveberiya zeviyên petrolê, Balafirgeha Qamişlo û Deriyê Sînor ê Sêmelkayê dê dewrî hikûmeta navendî werin kirin. Zeviya Rimelanê ya ku li parêzgeha Hesekê ye, xwedî 1322 bîrên petrolê ye; lê belê ji ber şer û aloziyan hilberîna wê ya rojane ji 90 hezar bermîlî daketiye “9 hezar bermîlan”.

Ev serdan piştî wê yekê tê ku hêzên ewlehiyê yên Şamê li hinek xalên stratejîk ên Qamişlo û Hesekê bi cih bûn.