PeyamaKurd – Îro, Duşem 2yê Sibata 2026an, şandeke astbilind a Encumena Niştimanî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) bi serokatiya Mihemed Îsmaîl gihîşt Şamê.
Ev serdan li ser vexwendineke fermî ya Wezareta Karên Derve ya ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê pêk hat daku derbarê paşeroja welat û “pirsgirêka Kurd” de dest bi qonaxeke nû ya dîyalogê were kirin.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, şandeya ENKSyê dê bi rayedarên hikûmeta Sûriyeyê û aliyên peywendîdar re rêzehevdîtinan li dar bixe. Mijarên sereke yên van hevdîtinan dê “pêvajoya siyasî”, peydakirina çareseriyekê ji bo krîza Sûriyeyê û nîqaşkirina “statuya Kurdan” bin.
Ev pêngav ji aliyê çavdêran ve wekî hewildaneke giring a ji bo mîsogerkirina mafên Kurdan di çarçoveya Sûriyeyeke nû de tê nirxandin.