Serok Mesûd Barzanî û serokê Hevpeymaniya Ezim li Pîrmamê li ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê civiyan

Dîroka Weşanê :
Serok Mesûd Barzanî û serokê Hevpeymaniya Ezim li Pîrmamê li ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê civiyan

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 2yê Sibata 2026an, li navçeya Pîrmamê pêşwazî li serokê Hevpeymaniya Ezim Musenna Semarayî kir.

Li gorî daxuyaniya fermî ya ofîsa Serok Barzanî, di vê hevdîtinê de “rewşa siyasî ya Iraq û herêmê bi giştî hat nîqaşkirin, û her wiha pêşketinên dawî yên di pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de jî hatin nîqaşkirin”.

Her du serokan giranî da ser pêvajoya siyasî û danûstandinên ku niha li Bexdayê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê berdewam dikin.

Hat destnîşankirin ku her du alî li ser giringiya hevahengiyê ya ji bo aramiyê were parastin, hemfikir in. Ev hevdîtin di demekê de pêk tê ku aliyên siyasî yên Iraqê ji bo çareserkirina girêkên avakirina hikûmetê di nav tevgerê de ne.