PeyamaKurd – Li gorî rapora Saziya Mafên Mirov a Hengawê, çar endamên tîma televîzyonê "Ava Media" ya Herêma Kurdistanê piştî ku li bajarê Serdeştê hatin binçavkirin, bo navendeke girtinê ya ewlehiyê li Ûrmiyê hatin veguhastin. Di nava vê tîmê de pêşkêşvanê naskirî Omer Ehmed ê bi nasnavê "Rasoka" ku xelkê Qeladizê ye, produksiyonvan Mamend Hesenpûr ê xelkê Nexdeyê, kameramanekî ji Herêma Kurdistanê bi navê Awara û şofêrê wan cih digirin.
Li gorî agahiyan, ev tîm roja Çarşemê 19ê Tîrmehê, di dema şopandin û nûçegihandina roja duyemîn a Mîhrîcana "Beyt û Heyran" a li Serdeştê de, ji aliyê hêzên pasdarên rejîma Îranê ve hatibûn girtin. Çavkaniyên agahdar diyar kir ku piştî girtinê, ew rasterast bo girtîgeheke ewlehiyê ya li Ûrmiyê hatine şandin û hîn jî li wir tên ragirtin. Heta niha saziyên fermî yên Komara Îslamî ya Îranê derbarê sedema girtinê û çarenûsa van rojnamevanan de tu daxuyaniyek nedaye.